tırkiye xeber
TIRKİYE XEBER

400 Hezar Karker Dê Zemê Bistînin
Ji 400 hezar karkeran re mizgînî hat. Pêşnûmaya sendîqayan û peymana komî ya kar di komcivîna tevahî de
hat qebûl kirin û bû qanûn. Her wiha ji bo 400 hezar karkeran rêya zemê û peymana komî vebû. Bi qanûna nû ve,
temenê endamtiya sendîqayê jî, ji 16’an êxistin 15’an.
hat qebûl kirin û bû qanûn. Her wiha ji bo 400 hezar karkeran rêya zemê û peymana komî vebû. Bi qanûna nû ve,
temenê endamtiya sendîqayê jî, ji 16’an êxistin 15’an.
Qomîsyon Piştî Îdê Wê Her Roj Kom Bibe
Êdî xebatên nivîsandina makezagona sivîl dê leztir bên kirin. Qomîsyona lihevkirinê ji bo pirsgirêkên ku di dema
xebatan de derdikevin werin tespîtkirin, di bin serokatiya Serokê Meclisê Cemîl Çîçek de kom bû. Li gor biryarên ku hatin
standin; xebatên nivîsandina makezagona nû dê leztir bên kirin. Komîsyon piştî ‘eyda qurbanê wê her roj kom bibe.Piştî Pêşandina 2 Rojan, Hat Firotin
Masîfiroşek iğdirî, ji bo ku zêdetir masî bifiroşe, tiştek balkêş ceriband. Masîfiroş ji behraspî masiyek mezin anî û li ber
dikana xwe seranserê 2 rojan hilawîst. Welatiyan ji masiya mezin pir hes kirin.Davutoglu:“Em Ji Bo Agirbestê Bangî Her Aliyên Sûriyê Dikin”
Ji cejna qurbanê re çend roj man, Tûrkiye îro him ji Esed him jî ji muxalîfan re banga agirbestê dubare kir.
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu got: “ em dibêjin qet nebe bila seranserê cejna qurbanê, heke bibe bila dirêjtir agirbest bê kirin.”Li Dinyayê Yek E
Qesra Îsheq Paşa ku di nav gel de weke kela behlul paşa tê zanîn, li dinyayê di nav berhemên bijarte de cîh digire.
Qesr bi nuwazebûna xwe her tim balê dikişîne ser xwe. Ji ber ku li ser zinarekî cîh digire, gelek kes jê re dibêjin “hêlîna qertelan”.Guhnedana Rêzikan Dibe Sedem
Mobese, hemu sedemên qezayan, bi awayeke zelal, radixîne ber çavan. Li Kîlîsê jî qezayên ji ber nebaldarî,
leza zêde û binpêkirina rêzikan qewimîn, ketin ber qmerayên mobeseyê.Berhema Orhan Kemal “Qawîşa 72.” Hat Lîstin
Li Şanliurfayê lîstikvanên şanoya bajêr berhema navdar “qawîşa 72.” Ya orhan kemal li ser dikê liyistin.
Walî, şaredar û gelek hemwelatî şano temaşe kirin û gelek ecibandin.MGK Kom Bû
Lîjneya Ewlekarî ya neteweyî kom bû. Di rojeva civînê de, di serê de têkiliyên bi sûriyê re gelek rudanên hundir û derve dê bên nirxandin.Ciwan Ji Madeyên Hişbir Dê Bên Dûr Xistin
Ewil ji bo veşartina tîryakê dihatin xebitandin, lê belê di rojên pêş de wê ciwan tê de ji tîryakê bêne dûr xistin.
Şikeftên li devera Akabeya Şanliurfayê bi xebata polîsan ve, hatin edilandin. Şikefta terikandî di rojên bê de wê xort û
ciwanên tîryakkêş, bi alîkariya sirûştê ji madeyên hişbir xelas bikin.Li Îstanbulê Erdhej Pêk Hat
Li Îstanbulê bi mezinahiya 3.8 ve, erdhej pêk hat. Hat diyar kirin navenda erdhejê navçeya büyükçekmece ye.Şahîdê Nepenî: Veli Küçük, Ji Bo Erdoğan Sûîqest Plan Kir
Di doza Ergenekonê de îdîayên balkêş derketin holê. Li gor îdîayên şahidê veşarî, Velî Kûçûk di sala 2005 an de,
li dijî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan suîkast plan kiriye û li pişt bûyera ku kulm hatibû avêtin Serokwezîrê
Berê Mesut Yilmaz jî ew heye. şahidê veşarî got, di mirina Turgut Özal ya bi şik û guman de jî, tilîya heman bersucan heye.3 Kes Birîndar Bûn
Li Ankarayê di banê avahiyekê de şewat derket. Di şewatê de 3 kes birîndar bûn. Şewat ji aliyê tîmên agirkujiyê piştî
xebatên 2 saetan bi zor û zehmet hat vemirandin.

Bi Rojan Li Ber Deriyê Habûrê Radiwestin
Li ber deriyê sînorê Tirkiye û Iraqê, habûrê dîsa tir li pey hev rêz bûn. Ajotvan ev bi rojane li ber deriyê sînor in û
ji vê rewşê gelek gilîdar in. Ajotvan dibêjin; bila dengê me bibihîzin. Em jî dixwazin cejnê bi zarokên xwe re derbas bikin.
ji vê rewşê gelek gilîdar in. Ajotvan dibêjin; bila dengê me bibihîzin. Em jî dixwazin cejnê bi zarokên xwe re derbas bikin.